Em eleqeya we ya ji bo anketa me teqdîr dikin!
Zanîngeha Bielefeldê û navenda lêkolînê ya Daîreya Federal ya Koçberî û Penaberan lêkolîneke zanistî dikin Em li ser kesên ku bi bernameyên Bicihkirina jinûve û qebûlkirina mirovahî hatine Almanyayê lêkolînê dikin Anket ji aliyê Enstîtuya anketê ya ipsos GmbH ve li ser navê me tê kirin.
Di anketê de pirsên li ser jiyana kesên ku bi van bernameyan hatine Almanyayê hene. Em dixwazin bizanin jiyana we û ya kesên din ên ku bi rêya bernameyên qebûlkirinê hatine Almanya çawa ye. Em dixwazin kontrol bikin ka hûn li ser sepana qeydkirinê çi difikirin. Bersivên wan ji lêkolîneran re dibe alîkar ku fêm bikin ka çi baş derbas bû û li ku derê pirsgirêk hebûn. Ev zanyarî dibe alîkar ku bernameyên qebûlkirina penaberan baştir bikin û baştir piştgirî bidin tevlîbûnê li Almanya. Ji ber vê yekê em ji kerema xwe daxwaz dikin ku hûn beşdarî vê anketê bibin.
Mijarên hinek pirsan hestiyar in. Ji bo nimûne, ew bi pirsgirêkên di jiyanê de, têkiliyên civakî, tenduristî, razîbûna ji jiyanê, cudakarî û hesta ewlehiya we ve girêdayî ye. Hûn dikarin “Nikarim/Naxwazim bersivê bidim” nîşan bikin, navberekê bidin an jî di her kêliyê de dev ji rapirsiyê berdin.
Dema ku hûn gihîştin dawiya pirsnameyê em ê ji we re bişînin €15 bi postê.
Di dawiya anketê de hûn dikarin anketê ji kesên din re bişînin.
Anket ne ceribandinek e Tu bersivên rast an çewt hene Tenê nêrîna weya kesane girîng e!
Agahiyên derbarê anketê de: li vir
Daxuyaniya li ser parastina daneyan û pêbaweriya bêkêmasî ya hûrguliyên we: Datenschutzhinweise.
Eger pirs an pirisgirêkên we hebin, ji kerema xwe bi DE-Resettlement2025@ipsos.com / 0800-1006720 re têkilî dayinin.
